Hasan Aslan
Ev nivîs ji bo kovara Kanîzar hatiye amadekirin, ji bo ku bigihin kovarê li ser Kovara Kanîzar bitikînin.
Di vê nivîsê de min bi mînakan behsa “Ravek”an kir ku armanc hînkirina rêbazên bingehîn bû. Helbet ne bêeger û bêkêmasî ye, ku we kêmasî dîtin, ji kerema xwe hayê min jê çêkin da ku di hejmara bê de serast bikim.
Raveka Navdêran
Di kirmanckiyê de di dawiya pirraniya peyvên mê de tîpa –e heye, ev tîp di hin rewşan de dikeve, yek ji van rewşan jî ew e, dema ku ravek tê çêkirin. Di ravekê de eger peyva mê raveber be –e’ya ku di dawiyê de ye dikeve.
Mînak:
kênekE (m): Keç/keçik
kênekA mi: keçika min
Şaş e ku meriv (kênekeya mi) binivîse.
Di kirmanckiyê de berevajî kurmanciyê, di rewşa xwerû de qertafa pirrjimariyê heye û ew qertaf “–î” ye, ango peyv bi qertafa –î’yê dibin pirjimar, bo mînak; kênekî: keçik (pirrj). Wekî –e’ya peyvên mê, qertafa pirrjimariyê jî di ravekê de raveber yan raveker be dikeve.